Hilmi Tunahan Karakaya,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh
22 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2022
Li Erdexanê berf, li Qers û Erdexanê serma bi bandor e.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 7 pile hat pîvan, serê sibehê ji ber sir û seqemê camên mal, kargeh û wesayîtan û her wiha li ser rêyan cemed çêbû.
Ji ber sermayê qiraviyê avêt ser banqên li parq û baxçeyan û her wiha nebatan.

Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê stûriya berfê 20 santîmêtro, li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê jî 9 santîmêtro hat pîvan.

- Qers
Li Qersê ji ber sir û seqemê qiraviyê avêt ser dar û nebatan, camên wesayîtan cemed girt.
Li gundê Bogatepeyê yê raqim 2 hezar û 300 ê girêdayî navendê ye bi barîna berfê spîçîl bû, şêniyên gund bi xizekên hespan li ser berfê tûr kirin.

Li navçeya Sariqamûşê jî bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 7 pile hat pîvan. Beşeke mezin a Ava Acisuyê cemed girt.
- Erdexan
Li Erdexanê serma û berfê tesîra xwe domand.

Li navenda bajêr ji ber sir û seqemê erd qerimî. Digel barîna berfê hin welatiyan pezê xwe berda çêre.
