Ayşe İrem Çakır
29 Tebax 2026•Rojanekirin: 29 Tebax 2026
Xebatên xilaskirina kesên ji ber karesata lehiyê ya ku duh bandor li herêmên nêzîkî sînorê Çînê yê welêt kir di ro da çûn berdewam in.
Li gor nûçeya CNNê di daxuyaniya polêsên Nepalê da hat ragihandin ku jimara kesên di lehiyê da mirin derket 616an.
Rayedaran ragihand ku di bobelatê da 2 hezar û 301 kes birîndar bûn, di çapemeniyê da tê diyarkirin ku hem li aliyê sînorê Nepalê hem jî li aliyê sînorê Çînê biyanî jî di nav da hê jî biqasî 2 hezar û 500 kesî xeber nayê hildan.
Li herêma Rasuwayê ya Nepalê ya nêzîkî sînorê Çînê û derdora wê di 26ê tebaxê da lehî rabibû û hatibû ragihandin ku ji ber ava lehiyê çendî pire hilweşiyan, rêyan xisar dît û ji bo xebatên lêgerîn û xilaskirinê firoke hatin sewqkirin.
Hatibû ragihandin ku ji ber lehiya li Nepalê li Herêma Xweser a Tîbetê ya li Çînê 5kes mirin.