Alper Korkmaz
29 Tebax 2026•Rojanekirin: 29 Tebax 2026
Otobêsa serwêsê ya bi plakaya 34 LAV 526 a ku tê da 30 rêwî hebûn û li rêya D-100ê li texma Guzelceyê diçû welgeriya.
Li ser îxbarê gelek ekîbên tenduristî, îtfaiye û polêsan sewqî cihê qezayê kirin.
Ekîbên tenduristiyê 15 kesên di qezayê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Mîmarsînan û Beylîkduzuyê.
Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û 2 jê tên teqîbkirin.