Nihat Kavşut
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
CENEVRE
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) ragihand ku li peravên Libyayê kelekeke penaber tê da hebûn binav bû û piranî ji Pakistanê qederê 90 penaber xeniqîn.
Olîvîa Headona Berdevka IOMê bi têlefonê beşdarî civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî bû û destnîşan kir ku li peravên Zuwareya li rojavayê Libyayê kelekeke ku gelek kes lê siwar bûbûn binav bû.
Headonê diyar kir li gor Ofîsa IOMê ya Libyayê qederê 90 penaberên di kelekê da xeniqîn.
Olîvîa Headonê destnîşan kir ku cinazeyê 10 penaberan li qeraxê xist û wiha got: "Li gor agahiyan ji 10 cinazeyan 2 yê kesên ji Libyayê ne û 8 jî yê kesên ji Pakistanê ne. Xebatên ewlehiya peravên Libyayê dewam dikin."
Headonê diyar kir ku li gor agahiyan piraniya kesên xeniqîne ji Pakistanê ne û got 2 kes soberî kiriye û xwe gihandine qeraxê û kesek bi destê masîgiran hatiye xilaskirin.
Olîvîa Headonê destnîşan kir îsal hejmara penaberên di Behra Sipî da xeniqîn derket 246an û hejmara kesên gihîştine peravên Ewropayê 6 hezar û 624 e.