Fatih Gazioğlu
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 02 Sibat 2018
PARÎS
Li nêzî Marsilyaya bajarê Fransayê 2 firokeyên artêşa Fransayê li hev qelîbin, di encama qezayê da 5 kes mirin.
Li gor nûçeya Var Matîna rojnameya herêmî, qeza serê sibê li aliyê gola Carcesê çêbû.
Di nûçeyê da hat gotin di qezaya ku sedema wê nayê zanîn de 5 kes mirin. Piştî qezayê gelek tîmên arîkarî û xilaskirinê sewqî cihê bûyerên kirin.
Rojnameya Le Parîsîenê jî îdia kir ku di firokeyan de 6 kes hebûn û bona dîtina kesekî wenda jî xebatên tîman didomin.
Walîtiya herêmê daxuyaniyek da ku firokeyên qeza kirine aîdê Dibistana Esmanî ya Hêzên Bejayî ne.
Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Florence Parlya Wezîra Parastinê ya Fransayê çû ciyê bûyerê.