Ömer Faruk Salman
03 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2026
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi serdana TEKNOFEST Başûrê Rojhilat ku li Şanliurfayê tê lidarxistin kir.
Festîvala Asîmangerî, Feza û Teknolojiyê (TEKNOFEST) ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Hevkarê wê yê Ragihandina Global" e û di bin rêveberiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa T3yê da ye, li Balafirgeha GAPê ya Şanliurfayê mêvanên xwe dihewîne.
Wezîr Çiftçi yê ku hat qada festîvalê, li standa Wezareta Karên Navxweyî geriya û ji rayedaran derbarê xebatên ku têne kirin û pergalên teknolojîk ên têne pêşandan da agahî girt.
Çiftçi serdana standên yekîneyên girêdayî wezareta xwe yên wekî Rêveberiya Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Giştî ya Cendarme, Fermandariya Ewlehiya Sînor, Serokatiya AFADê û Serokatiya Rêveberiya Koçê kir.
Çiftçi yê ku li standan pergalên teknolojîk ên herêmî û neteweyî yên ku di qadên ewlehiya giştî, asayîş, rêveberiya karesatê û ewlehiya sînor da têne bikaranîn vekolandin, bi personelên peywirdar re sohbet kir.
Çiftçi di qada festîvalê da bi welatî û ciwanan ra jî hat cem hev û wêneyê xatireyê girt.