Elif Orhan
11 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2019
Li Stenbolê di operasyona hemdemî ya li ser 33 malên hucrik ên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) wekî qaşo "mala xeybubetê" bi nav dike da 22 kesên ku asayîş li wan digeriya hatin girtin.
Ekîbên Şaxa Îstixbaratê û Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Stenbolê li ser agahiya 30 gumanbarên bi îdiaya endam û birêvebirên FETOyê ne lê digeriyan di malên hucrik ên ku wekî "mala xeybubetê" tên binavkirin da xwe veşartine xebat dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ekîban teqîba fizîkî û teknikî kirin û li gelek bajêran 33 malên hucrik tesbît kirin.
Ekîban di heman demê da operasyona birin ser navnîşanên hatine tesbîtkirin û ji gumanbaran 22 jê binçav kirin. Di lêgerînên ku li navnîşanan hat kirin da bihayê 350 hezar lireyî dolar, avro û lire, hinek xişir û 43 heb yek dolar hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku miameleyên gumanbaran ên li ewlehiyê didomin ji bo ku 8 kesên firarî bên girtin xebat tên kirin.