Rıdvan Korkulutaş
07 Îlon 2026•Rojanekirin: 07 Îlon 2026
Li Bîngolê pîqab welgeriya şarampolê û di encamê da 3 kes birîndar bûn.
Li ser rêbejaya Bîngol-Sancakê li nêzî gundê Kadranê, pîqaba bi plakaya 12 AAC 513 ku nasnameya ajokarê wê hê nehatiye bidestxistin, ji kontrolê derket û welgeriya şarampolê.
Li ser agahdarkirinê, tîmên polês, tenduristî û UMKEyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Di qezayê da 3 kesên di wesayîtê da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.