Ömer Varlık
19 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2026
MUŞ (AA) - Li Bilanixa (Kop) navçeya Mûşê, termê zarokê 6 salî yê ket cobarê û di ro da çû, hat dîtin.
Ji bo dîtina zarokê ku di 17ê Tîrmehê da li nêzîkî gundê Yazbaşiyê di coybarê da bi ro da çû, ekîban îro jî xebata lêgerînê meşand.
Di xebata ekîban a bi kordînasyona Midûriyeta AFADê ya Parêzgeha Mûşê da ekîbên AFADa Erziromê, xozneberên Ewlehiya Wanê, tîma lêgerîn xilaskirina binê avê ya Fermandariya Cendirmeyê Wanê, Fermandariya Cendirmeyê Navçeya Bilanixê, UMKE û tenduristiyê beşdar bûn.
Di xebatan da her wisa ji dronan jî sûd hat wergirtin û termê zarokê 6 salî bi qasî 6 kîlometreyan li dûrî cihê ketibû avê, hat dîtin.
Termê zarok ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bilanixê.