İlhami Erkılıç
21 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2024
Li Erziromê li Çiyayê Palandokenê aşît bi ser werzişvanên ku rahênan dikirin da hat xwarê.
Rêveberê Afat û Rewşa Acil a Parêzgehê Selahattin Karsli ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku li qada ku pîstên kaşûnê tuneye, aşît hat xwarê.
Karsli got, "Tê gotin hinek kes di binê aşîtê da mane. Li herêmê ekîbên me yên JAKê hene. Em jî gihiştin. Werzişvan bêdestûr derketine rahênanê. Li texmeke gelekî qot ketine ber aşîtê. 4 kes bi derfetên xwe û ji bi alîkariya cendirmeyê bi saxî hatin derxistin. Kesek jî niha bi qasî 2 metroyan ji binê aşîtê hatin derxistin. Muhtemelen di sitûyê wî da û li hinek cihên din şikestin heye."
Waliyê Erziromê Mustafa Çiftçi di daxuyaniya xwe xwe da anî ziman ku saet derdora 10.00an li Palandokenê ekîbeke 15 kesî ya Taximê Millî yê Judoyê yê Ciwanan digel rahênanê xwe ji bo komkirina kondisyonê derketine meşa siruştê û wê gavê bûyera aşîtê çêbûye.
Çiftçi destnîşan kir ku wezişvanekî canê xwe ji dest da û 3 jî birîndar in û got, "4 werzişvan di binê aşîtê da man, 3 jê bi derfetên xwe derketin. Lêbelê werzişvanekî me yê 16 salî bi navê Emre Yazgan piştî ku derket, canê xwe ji dest da. Serê me sax be."