Arif Yavuz
22 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2024
Li Dînara navçeya Afyonkarahîsarê TIR û otobêsa rêwiyan li hev qelibîn, li gor tesbîtên ewil 18 kes birîndar bûn.
TIRa ku plaqeya wê 20 EC 369 û şofêrê wê H.S. li nêzîkî gundê Akçayê ya li ser rêbeja Dînar-Çayê li otobêsa rêwiyan a ku plaqeya wê 60 BB 460 û şofêrê wê Y.Ş. ye qelibî.
Li gor tespîtên ewil, di qezayê da şofêrê otobêsê û 17 kesên di otobêsê da bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê, cendirme û polês çûn cihê qezayê.
Ji birîndarên ku bi ambulansê rakirin nexweşxaneyên li Afyonkarahîsarê, jê 9 kes piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
Hat ragihandin ku rewşa birîndarên din jî baş e.