Hasan Hüseyin Kul
20 Îlon 2026•Rojanekirin: 20 Îlon 2026
Li Stenbolê palamût bû berhema avê ya ku di meha tebaxê da herî zêde hat tercihkirin.
Li gorî daneyên Şirketa Nûkirina Rêveberiya Stenbolê (ÎSYON) ya îştiraka Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), di meha tebaxê da li Hala Berhemên Avê ya Gurpirnarê 91 berhemên cuda hatin firotin.
Vê mehê bi giştî 874 ton berhemên avê derketin ber firotanê û jê herî zêde palamûtan eleqe dît.
Palamût bi 156 ton û 7 kîlogramî va bû ji sedî 17,85ê tevahiya berhemên hatin firotin.
Li pey palamûtê, bi 115 ton û 150 kîlogramî levrek, bi 96 ton û 200 kîlogramî çîpura, bi 77 ton û 592 kîlogramî sardalya, bi 62 ton û 804 kîlogramî mîrlan, bi 57 ton û 709 kîlogramî îstavrît, bi 44 ton û 8 kîlogramî somon, bi 27 ton û 21 kîlogramî tekîr, bi 13 ton û 875 kîlogramî masiyê fenerê û bi 13 ton û 330 kîlogramî masiyê granyozê hatin. Mîqdara mayî jî ji cureyên din ên masiyan pêk hat.
Şampiyonê mehê palamût bi navînî bi 140,91 lîreyî hat firotin.
Levrek bi 381,11, çîpura bi 320,29, sardalya bi 212,32, mîrlan bi 154,44, îstavrît bi 109,72, somon bi 243,13, tekîr bi 314,68, masiyê fenerê bi 104,65 û granyoz jî bi 301,47 lîreyî hatin firotin.
- Yê herî biha kêzika deryayê ye
Di meha tebaxê da li halê berhema ku bihayê kîloya wê herî bilind bû, bi navînî 2 hezar û 993 lîreyî va kêzika deryayê bû.
Di vê mehê da li pey kêzika deryayê, bi 2 hezar û 891 lîreyî îstakoz, bi 2 hezar û 89 lîreyî sînarît, bi 1815 lîreyî masiyê pîsî, bi 1330 lîreyî mertal, bi 1121 lîreyî dûvmeqesk, bi 1068 lîreyî lîpsoz, bi 1056 lîreyî dûlger, bi 1005 lîreyî barbûnya û bi 877 lîreyî levreka deryayê hatin.