Navend Karakopruya navçeya Şanliurfayê di saet 10.40î da bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû.
Eşber Ayaydın, Rauf Maltaş
24 Îlon 2026•Rojanekirin: 24 Îlon 2026
ŞANLıURFA
Navend Karakopruya navçeya Şanliurfayê di saet 10.40î da bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû.
Li gor agahiya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) navend Karakopruya navçeya Şanliurfayê bi mezinahiya 5,4an erdhej çêbû.
Li gor agahiyan erdhej 7,39 kîlometre di bin erdê da çêbûye.
Erdhej li bajarên li derdorê yên weke Diyarbekir, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Batman, Gazîentab, Adiyeman û Meletiyê jî hat hîskirin.
Piştî erdhejê welatî derketin derva û çûn kolan û parkan.
Daxuyaniya Waliyê Şanliurfayê
Waliyê Şanliurfayê Hasan Şildak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û hêviyên xwe yên baş ji bo hemû welatiyan anî ziman û got, "Li gorî nirxandinên destpêkê yên li qadê, heta niha tu zirar û ziyaneke can û mal çênebûye. Ji her kesî ra derbasî be. Kontrolên me yên li qadê berdewam dikin."
AFADê derbarê erdheja li Şanliurfayê da daxuyanî da
"Piştî erdheja bi mezinahiya 5.4an a ku di saet 10.40î da li Karakopruya navçeya Şanliurfayê çêbû û li bajarên me yên Şanliurfa, Adiyeman, Meletî, Diyarbekir û Gazîentabê hat hîskirin da, heta niha tu rewşeke neyînî tune"
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand di erdheja ku li Karakopruya navçeya Şanliurfayê ya bi mezinahiya 5,4an çêbû da heta niha tu rewşeke neyînî tune.
Di daxuyaniya AFADê da wiha hat gotin: "Piştî erdheja bi mezinahiya 5.4an a ku di saet 10.40î da li Karakopruya navçeya Şanliurfayê çêbû û li bajarên me yên Şanliurfa, Adiyeman, Meletî, Diyarbekir û Gazîentabê hat hîskirin da, heta niha tu rewşeke neyînî tune. Xebatên li qadê dewam dikin. Em ji welatiyên me yên ku bandora erdhejê li ser wan çêbûne ra dibêjin derbasî be."
Wezîr Uraloglu ragihand, piştî erdhejê di binesaziya veguhastin û ragihandinê ya Şanliurfayê da pirsgirêk çênebûne
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu ragihand ku piştî erdheja bi mezinahiya 5,4an ya li Şanliurfayê ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin, tu pirsgirêk di binesaziya veguhastin û ragihandina bajêr da çênebûne.
Uraloglu li ser hesabê xwe yê NSosyalê der barê erdheja li Şanliurfayê da daxuyanî da.
Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu diyar kir ku piştî erdheja bi mezinahiya 5,4an ya li Şanliurfayê ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin, tu pirsgirêk di binesaziya veguhastin û ragihandina bajêr da çênebûne û got, "Em ligel saziyên têkildar ji nêz va geşedanan dişopînin. Xwedê gelê me ji her cure afatê biparêze."