Ömer Varlık
10 Îlon 2026•Rojanekirin: 10 Îlon 2026
Li Haskoya navçeya Mûşê, xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Suat Balkayayê 30 salî yê ku 31ê Tebaxê ji mala xwe derket û ji wê şûn da tu agahî jê nayê sitandin, berdewam in.
Piştî wendabûna Balkayayê şêniyê gundê Buvetliyê, bi beşdariya cendirme, tîmên AFADê û gundparêzan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û niha xebat bi 83 personel û 18 wesayîtan berdewam in.
Ekîb li derdora gund, li Dehla Îronê û li qeraxê Çemê Reş (Karasu) lêgerînê dikin. Di xebatan da kûçikê lêgerînê yê cendirmeyan tê bikaranîn û herêm bi dronan ji asîmanabn va tê kontrolkirin.
Dayika Balkaya, Aysel Balkayayê di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan da diyar kir ku kurê wê di fabrîkayeke tekstîlê da dixebite.
Balkayayê destnîşan kir ku bi rojan e ew tu agahiyê ji kurê xwe nagirin û wiha got, "Heke ew dengê me dibihîze an jî kesekî ku ew dîtiye hebe, bira dengekî bide me. Em li benda piştgiriya rayedaran in û dixwazin xebat bên zêdekirin."
Jinbira Balkaya, Ayten Balkayayê jî wiha got, "Kê ku dîtiye yan jî pê dizane, ji bo xatirê Xwedê bira xeberekê bide me. Cendirmeyên me, AFAD li vir in, her kes li wî digere. Dewleta me li cem me ye û alîkariya me dike."