Günay Nuh, Abdullah Söylemez
18 Mijdar 2026•Rojanekirin: 18 Mijdar 2026
Li Erdexan û Agiriyê berf barî, navenda bajêr û çiya bi berfê spî bûn.
Li Erdexanê berfa ku serê sibê barî her ku çû zêde kir.
Ji ber berfê rê, peyarê û wesayîtên parkkirî, bi berfê nixûmîn.
Li ser rêyan qeşa çêbû, hişyarî ji bo şofêran hat dayîn ku baldar û bi tevdîr bin.
- Agirî
Li Agiriyê jî berf barî.
Li bajêr barana ku dem demî barî paşê li deverên bilind cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Çiyayên bilind dîsa bi berfê nixûmîn.