Ayşe Karaosmanoğlu
24 Mijdar 2026•Rojanekirin: 24 Mijdar 2026
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 19 bajaran ji ber barana gur a bi birûsk, tavî û berfê ya ku îro û sibê tê payîn ku wê bibare, hişyariya koda zer da.
Li gorî nexşeya hişyariya meteorolojîk a Midûriyeta Giştî, îro ji bo Antalyayê barana gur a bi birûsk tê payîn ku ji bo bajêr hişyariya koda zer hat dayîn.
Ji bilî vê, ji bo Kastamonu, Nevşehîr, Sêwas, Zonguldak, Sakarya, Duzce, Qeyserî, Nîgde, Aksaray û Bartinê jî ji ber barana gur hişyariya koda zer hat dayîn.
Ji bo Gîresun, Ordu, Bayburt, Artvîn, Gumuşhane, Rîze, Samsun û Trabzonê ji ber barana gur û berfê ku îro û sibê tê payîn, hişyariya koda zer hat dayîn.
Li hemberî lehî, hezaz û astengiya di hatin û çûyînê da jî hişyarî hat dayîn ku welatî baldar û hişyar bin.