Şeyma Güven
13 Hezîran 2026•Rojanekirin: 13 Hezîran 2026
ANKARA (AA) - Herdu rûniştinên ezmûna navendî ya di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyan (LGS) da ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî ji bo zêdetir ji milyonek xwendekarên dibistana navendî, pola 8an li dar dixe, bi dawî bû.
Ezmûna navendî li nav welêt li 64 hezar û 697 holên li 4 hezar û 244 dibistanên li 81 parêzgeh û 920 navçeyan, li derveyî welêt jî li 8 welatan, li 40 holên li 11 navendên ezmûnan hat kirin.
Ezmûn saet 09.30î da destpê kir. Di rûniştina yekem da ku 75 deqîqe bû, ji dersên cur bi cur bi giştî 50 pirs hatin kirin.
Rûnişrina duyem jî saet 11.30an destpê kir. Xwendekaran di vê rûniştinê da ku 80 deqîqe bû, ji dersên cur bi cur bersiv dan 40 pirsan û saet 12.50î da ezmûn qediya.
Di navbera herdu rûniştinên azmûnê da, xwendekar ji bo pêdiviyên xwe derketin hewşa dibistanê.
Di navbera rûniştinan da, ji xwendekaran ra pakêtek xwarinê ya ku ji barên giyagulî, mewijên tirî û fêkiyan, gwîz û avê pêk dihat, hat belavkirin. Herwiha li weliyên xwendekaran jî av hat belavkirin.
- Encamên ezmûnan dê di 10ê Tîrmehê da werin eşkerekirin
Tê çaverêkirin bersivên pirsên ezmûna LGSê îro li ser malpera înternetê ya wezaretê bê weşandin.
Encamên ezmûnan dê di 10ê Tîrmehê da werin eşkerekirin.