Di navbera Tirkiye û Qeterê da 5 peyman hatin îmzekirin
Di navbera Tirkiye û Qeterê da di warên bazirganî, perwerde, dîplomasî û parastinê da 5 peyman hatin îmzekirin.
Mikail Bıyıklı
13 Mijdar 2026•Rojanekirin: 13 Mijdar 2026
İSTANBUL
Piştî ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hevdîtinên rû bi rû û di nav heyetan da kirin derbasî merasima îmzekirina peymanên di navbera herdu welatan da bûn.
Di hizûra Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Al Sanî da di çarçoveya Civîna 12emîn a Komîteya Bilind a Stratejîk a Tirkiye-Qeterê da di navbera herdu welatan da 5 peyman hatin îmzekirin.
Wezîrên bazirganiyê, wezîrên perwerdeyê, wezîrên karên derva yên herdu welatan beşdarî merasimên îmzekirinê bûn û wan jî peyman îmze kirin.j
Ji aliyeki din Serokomar Erdogan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra li Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê hevdîtin kir. Di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye-Qeterê û mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku Peymana Parastina Hevpeş dê biratiyê xurttir bike, Peymana Hevkariya Aborî û Bazirganî ya ku par ket meriyetê jî weltan hinekî din nêzî hedefa hecma bazirganiya dualî kir.
Serokomar Erdogan got ji bo ku hevkariya Tirkiyeyê ya bi Qeterê ra ya di warê vejenê da pêş bixin û cur bi cur bikin hewl didin, hevkariya di warê pîşesaziya parastinê da jî dê bi zêdebûn dewam bike.
Di hevdîtina di navbera Serokomar Erdogan û Mîrê Qeterê Al Sanî da êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê û rewşa însanî ya li herêmê, pêngavên normalîzebûnê û rewşa dawîn a li Lîbyayê hatin gotûbêjkirin.