Danezana encamê ya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn hat weşandin ku di navbera 7-8ê Tîrmehê da bi mazûvaniya Tirkiyeyê li Enqereyê hat lidarxistin.
Şerife Çetin
08 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2026
BRÜKSEL
Danezana encamê ya Civîna Serokên Dewlet û Hikûmetên NATOyê ya 36emîn hat weşandin ku di navbera 7-8ê Tîrmehê da bi mazûvaniya Tirkiyeyê li Enqereyê hat lidarxistin.
Di danezanê da wiha hat gotin, "Êrîşa dijî mitefîqekî, êrîşa dijî hemû mitefîqan e. Yekîtî, piştevanî û hêza me ya kolektîf, ji bo milyarek welatiyên Îtifaqa me ya ku ji neteweyên azad û demokratîk pêk tê, wekî bingeha aştî, ewlehî ê refahê didome. Em girêdayîbûna xwe ya helwesta xwe ya 360 pileyî ya ji bo poşmandarî û parastinê didomînin."
- Peymana tedarîkê ya nû ya ku ji 50 milyar dolarî zêdetir e
Di danezanê da hat destnîşankirin ku veberhênan şiyanên ku pêdivî pê hene, pêk tîne û di heman demê da sanayiya parastinê û berxwedanê jî xurt dike û wiha dewam kir:
"Em îro li Enqereyê peymana tedarîkê ya nû ya ku ji 50 milyar dolarî zêdetir e, didin zanîn. Ji bo ku em kapasîteya xwe ya hilberînê ya kolektîf zêde bikin û înovasyonê bilez bikin, em teahud dikin ku bi sanayiyê ra bixebitin. Ji bo ku di navbera mitefîqan da astengiyên bazirganiya parastinê ji holê rabin, em ê xebatên xwe bidomînin. Em ji bo ku têkilî û tevkariyên sanayiya parastinê derxin asta herî bilind, em ê ji şirîkatiyên NATOyê sûdê werbigirin."
Di danezanê da hat destnîşankirin ku astengkirin û parastina NATOyê li ser bingeha nukleer a ku bi hêmanên fezayî û sîber va tê piştgirîkirin û yekîtiya qabiliyetên parastina moşekî û konvansiyonel e.
- Piştgiriya ji bo Ukraynayê
Di danezanê da wiha hat gotin:"Mitefîq ji bo sala 2026an di çarçoveya piştgiriya eskerî, teçhîzat, alîkarî û perwerdeyê da ji bo Ukraynayê dayîna alîkariya 70 milyar ewroyî teahhut dikin. Di sala 2027an da jî herî kêm di heman astê da domandina piştgiriyê dîsa teyîd dikin."
- Azadiya çûnûhatinê ya li Tengava Hurmuzê
Di danezanê da mijara Tengava Hurmuzê jî derket pêş û li ser mijarê wiha hat gotin: "Mitefîq dubare dikin ku divê Îran tu caran nebe xwedî çekên nukleer û bang li Îranê dikin ku bila bi tevahî rêzê li ber azadiya çûnûhatinê ya li Tengava Hurmuzê bigire."
Di danezanê spasiya Tirkiyeyê hat kirin û wiha hat gotin: "Ji bo mêvandariya comerd a Tirkiyeyê em spasiyên xwe pêşkeş dikin. Em li bendê ne ku di civîneke me ya din da em bên bal hev."