Orhan Onur Gemici
18 Hezîran 2026•Rojanekirin: 18 Hezîran 2026
Di danezana Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) da hat gotin ku "Xebatên ji bo hedefên Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror ya ku ji bo pêşeroja welat û herêma me xwedî girîngiyeke krîtîk e hatin nirxandin; îradeya xurt a ji bo ku gelê me, cîranên me ji barê giran a terorê bê xilaskirin hat teyîtkirin."
Piştî civîna MGKyê ya ku bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê hat kirin danezan hat weşandin.
Li gor danezana ku ji ser hesabê çapemeniya civakî ya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê hat parvekirin di civînê da di civînê der barê fealiyetên ku di serî da PKK/KCK-PYD/YPG, FETO û DEAŞa rêxistinên terorê dijî her cure tehdîd û xetereyên dijî yekîtiya neteweyî û bihevrabûnê li nav welêt û dervayî welêt bi biryardarî û serkeftî tên kirin û geşedanên navneteweyî yên van demên dawîn diqewimin da agahî dan Lijneyê.
Di danezanê da hat gotin ku "Xebatên ji bo hedefên Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror ya ku ji bo pêşeroja welat û herêma me xwedî girîngiyeke krîtîk e hatin nirxandin; îradeya xurt a ji bo ku gelê me, cîranên me ji barê giran a terorê bê xilaskirin hat teyîtkirin."
Di danezanê da kêfxweşiya ji ber mutebaqata di navbera Îran û Amerîkayê da anîn ziman û bal kişandin ser girîngiya biserketina pêvajoyê, hat diyarkirin ku Tirkiye dê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên pêkanîna aştiyê bidomîne.
Di danezanê da hat destnîşankirin ku Tirkiye muqtedîr û biryardar e ku bi wesfê welatê garantor ji bo ewlehî, aramî û gumrahiya Tirkên Qibrîsê dê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da her cure tevdîrê hilde, hat ragihandin ku dê destûrê nedin tu lêferzkirinên ku dê zirarê bide maf û berjewendiyên KKTCyê û zirarê bide atmosfera aştiyê ya li Rojhilatê Behra Spî.
Hat diyarkirin ku îxlalên agirbesta li Xezeyê, terorê niştecihên li Şerîaya rojava û êrîşên dijî statuya Qudsa Rojhilat û Mescîdê Eqsayê û kirinên mutecawîz ên birêvebiriya Îsraîlê yên ku qesda desthilatdarî û yekîtiya axa Libnanê dike li herêmê bandoreke neyinî li ser hewldanên ji bo li herêmê tesîskirina aştî û îstiqrarê dike.
Di civîna ku rewşa dawîn a Şerê Rûsya-Ukraynayê hat guftûgokirin da bangî aliyên berpirsyariya wan di zêdebûna pevçûnan û di serî da li Behra Reş di belavbûna li herêmên mucawir da heye kirin ku bo aştiya adil û mayinde demildest pêngavan biavêjin.