21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 22 Hezîran 2016
DIYARBAKIR
31 fezlekeyên der heqê 7 parlementerên HDPê ku Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav da ne, gihîşt ber destê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê.
Li gor agahiya ku hat hildan, piştî ku makezagon ji bo rakirina parêzbendiyan hat guhertin û biryar di rojnameya fermî da hat weşandin, fezleke ji dozgeriyan ra hatin şandin.
Wezareta Dadê fezlekeyên Demirtaş û Yuksekdagê jî di nav da 31 fezlekeyên Parlementerên Diyarbekirê yên HDPê Îdris Baluken, Sîbel Yigitalp, Ziya Pîr, Çaglar Demirel û parlementera Şirnexê Selma Irmakê ji Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ra şandin.
Di fezlekeyên ku gihîştin ber destê serdozgeriyê da sûcên wek "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê", "ji bo sûckirinê tehrîkkirin" hene.
Ji aliyekî din va jî hat ragihandin ku li Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê parlementeran da ji 160î zêdetir fezleke hene.