21 Hezîran 2016•Rojanekirin: 21 Hezîran 2016
TBMM
Serokê Gişkî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di civîna koma partiya xwe da axivî û diyar kir ku nîvê meha Remezanê temam bû û rojên bijimar zû derbas dibin. Yildirim wiha got: "Xwedê bira remezanê ji me razî bike. Îbadetên me, rojiya ku me girt jî qebûl bike."
Serokwezîr Yildirim got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê bi şev û roj dixebitin û wiha axivî :"Em ê wek hikûmet û hemû saziyan ji bo ku Tirkiye pêş keve, hedefên 2023yan pêk bên, bi dil û can xebatên xwe bidomînin."
- "Li ser gubreya ku di dewsa amonyum nîtratê da bê bikaranîn dixebitin."
Yildirim bal kişand ku alîkarî û piştgiriyên ku didin cotkaran wê seranserê salê dewam bikin û wiha axivî: "Cotkarên me hindik hindik distînin lê belê kêrî wan nayê. Ji ber vê em nika tiştekî din amade dikin. Em ê di salê da 2 caran bi komî pera bidin cotkaran."
Yildirim bi bîr xist ku gubreya bi amonyum nîtrat hatiye qedexekirin û wiha got: "Lewra eva rêxistina terorê ya mêrkuj, gubreya ku ji bo cotkariyê lazim dike, wek makîneya kuştina însanan bi kar tîne. Ji bo ku pêşiyê li vê bibirin eva gubreya hat qedexekirin. Li ser gubreya ku di dewsa amonyum nîtratê da bê bikaranîn dixebitin."
Yildirim got çend karên ku dibê piştî terorê bên kirin hene û wiha pê da çû: "Ji vana yek jî ew e ji wan şaredariyên ku di qada darayiyê da piştgirî dane rêxistina terorê hesab were pirsîn. Hûnê ji bo rê, park, kanalîzasyonçêkirinê û piştgiriyên civakî ji dewletê pereya bistînin, paşê bi dek û dolaban wî pereyî bidin rêxistina terorê. De herin ji wê derê, emê hesabê wan çavkaniyên dewletê ku ji bo milet da û wan rêvebirên herêmî bi kar neanîn bipirsin û ji dev û pozên wan ra bînin. Di vê mijarê da jî verastkirin wê bê meclisê. Milet wê nexwe, li xwe neke baca xwe bide. Li bendê be ku ev wek xizmet wê ji wan ra bê kirin, 'ewê bibêjin bila ciwanên me çêtir mezin bibin', hûnê piştgiriya lojîstik bidin serê çiyê. Paşê jî hûnê bibêjin demokrasî, li derveyê welêt kuçe bi kuçe bigerin û gilî û gazinan ji Tirkiyeyê bikin. Heta ku hûn vê dikin werin bibêjin 'ey gelê me, me xeta kir, em poşman in, ya rast we kir' bala xwe bidin miletê me. Merîfet 99 caran şewitandina şantiyeya balafirgeha ku li Yuksekovayê dihat çêkirin nîne. Merîfet rê li ber xizmetên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên kirin girtin nîne. Merîfet ew e ku meriv ji derdê welatiyan ra bibe derman. Merîfet rakirina astengiyên li pêş welatiyan e, çal û hendek kolan nîne. Niha operasyon qediyan, em gava duyemîn diavêjin. Nûkirina fizîkî û civakî... Li hemû derên ku xerabûne emê cihên çêtir û xweşiktir ava bikin. Xebatan dest pê kir."
- "Emê pêşerojeke çêtir amade bikin"
Yildirim destnîşan kir ku li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê navendên nû ava kirin û wiha dewam kir: "Li van deran wê febrîqe bên çêkirin û emê wan feqrîqeyan çêbikin, sektora taybet jî wê birêva bibe. Tiştên ku ew çêdikin heta demekê emê bikirin. Emê ji bo hemû welatî û civanên me yên li wê derê kar, xebat û pêşerojeke baş amade bikin û nîşanî wan bidin."