Mesut Karaduman
27 Hezîran 2026•Rojanekirin: 27 Hezîran 2026
Zeviyên lavendayê yên li Tekîrdagê bi rengê xwe yê binefşî û bêhna xwe ya xweş hem bala mêvanên xwecihî û hem jî yên biyanî dikişînin.
Zeviyên lavendayê yên li navenda bajêr, bi taybetî jî li navçeya Suleymanpaşayê, di meha Hezîranê da eleqeyeke mezin dibînin.
Di demsala kulîlkan da zevî rengê xwe mor dikin, ji bo hezkiriyên wênekêşiyê û kesên ku dixwazin wextê xwe di xwezayê da derbas bikin, dibin cihekî populer.
Midûrê Çand û Geştiyariyê yê Tekîrdagê Omer Faruk Karakuçuk ji nûçegihanê AAyê ra got ku zeviyên lavendayê di demsala havînê da bûne yek ji cihên sereke yên geştiyariyê li Tekîrdagê.