Sidar Can Eren
06 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2022
Li Tunceliyê Pireya kevir ya li Geliyê Pulumurê ya ji heyama Romayê maye wê bê parastin.
Caner Canerîkê belgefîlman çêdike 2 sal berê dema xebatên dîroka devdî dikir ji kal û pîrên herêmê hîn bû ku li Geliyê Pulumurê pireyeke kevn heye.
Canerîk li ser vê agahiyê caw da Midûriya Muzeya Tunceliyê ku li ser vê pireyê lêkolîn bên kirin.
Ekîbeke ji Midûrê Muzeyê Kenan Oncel, arkeolog Ozgur Şahîn û Semra Çaglayanê pêk tê çû cihê ku pire lê ye û lêkolîn kir.

Li gor agahiyên ewil hat tesbîrkirin ku ev pire ji heyama Romayê maye û divê ku bê parastin.
Çêkerê belgefîlman Caner Canerîk ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku dema wî xebatên dîroka devdî dikir ji kal û pîrên herêmê hînî çîrokekê bû.
Canerîk got li gor vê çîrokê mêrikekî xwestiye bi jinikekê ra bizewice, lê jinikê jê ra gotiye heke ew ji Pertekê heta Pulumurê 7 pireyan çêbike ewê wê çaxê bi wî ra bizewice û wiha axivî: "Mêrik bi kevirên ku ji çiyê aniye va pire çêkirine. Lê di dawiyê da ew negihîştine hev. Piştî ku min ev çîrok guhdar kir, dema ez ji Geliyê Pulumurê derbas dibûm min bi çavekî din der û dorê dinihêrî. Ya rast her çiqas min bi vê efsaneyê bawer nekira jî min digot dibe ku rast be jî."
Canerîk got wî hema bi tesadufî pire dîtiye û caw daye Midûriya Muzeya Tunceliyê, ew jî hatine gelî û li ser bermayiyan lêkolîn kirine.
Canerîk anî ziman ku kesên xezîneyan digerin zirar dane pireyê û wiha got: "Mixabin pire rastî zirareke mezin hatiye. Binê wê bi qaçax vekolane û çaleke 2 mêtroyî hatiye vekirin."