Selami Küçükoğlu,Günay Nuh,Aykut Temur,Cüneyt Çelik,İsmail Kaplan,Hüseyin Demirci,Abdullah Söylemez
06 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê berf barî, serma çêbû û mij û cemed çêdibe.
Germa hewayê bişev li Erziromê 3 pile di binê sifirê da hat pîvan, li navenda bajêr bi navber berf barî.
Li bajarê ku deverên wê yên bilind di binê berfê da man, serê sibehê cî bi cî mij çêbû, rê û dirban cemed girt.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 14 santêm hat pîvan, sir û sermayê tengasî da kişandin.
Hin şofêran ji bo sermayê camên wesayîtên xwe nixumandin.
- Erdexan
Li Goleya navçeya Erdexanê jî bişev berfê dayê ê bi navber barî û der û dor bi berfê spî bû.
Li deverên bilind jî cî bi cî bager rabû.
- Qers
Li Qersê jî berf barî, sir û seqem û mij tengasiyê dide kişandin.
Di rêya navbera Qers-Îdir û Qers-Goleyê da ji ber mijê mesafeya pêşdîtinê heta 10 mêtreyan kêm bû.
Şofêran di rêyan da tengasî kişand, polêsan jî hişyarî da.
Ji ber tesîra sermayê ser dar û nebatan qiravî çêbû, hin gol û robar jî qerimîn.
Li navçeya Sarîqamişê piştî berf barî, serma çêbû û bi baniyan va şembelîlk çêbûn.
Hin rêncberan jî di sir û sermayê da pezê xwe çêrand.
Di gozergaha Ekspresa Rojhilatê ku ji Qersê heta Enqereyê diçe, dîmenên xweş çêbûn.
- Agirî
Li Agiriyê jî ber bi destê sibehê berfê dayê û gund û çiya di binê berfê da man.
Camên wesayîtan di sir sermayê da qeşa kişandin.