Sabri Yıldırım
14 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2026
Sonmezê (21) ku ji bo perwerdeya zanîngehê çû Rûsyayê, li wê derê Galîmovi (22) nas kir û demekî şûnda biryara zewacê dan.
Bûk û zava zewicîn û li Mûşê di salona dewatê da dewata xwe kir.
Sonmez spasiya beşdaran kir û wiha axivî, "Nêzî çar salan e em hev nas dikin. Me paşê biryara zewacê da. Me îro jî dewata xwe kir. Em pir kêfxweş in."
Galîmoviyê jî diyar kir, ew pir kêfxweş e ku hatiye Tirkiyeyê û wiha dewam kir, "Helbet çanda me ji hev cuda ye, lê em ê hînî hev bibin. Ez li vê derê xwe pir kêfxweş hîs dikim. Her tişt pir xweş e."