Fecri Barlık
17 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 17 Tîrmeh 2026
Li zozanên raqimbilind ên Sêrtê, hilberîna hingivê Pervariyê ku beriya 23 salan ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirk (TURKPATENT) va hatibû tescîlkirin, didome.
Li Zozanên Guheran a nêzîkê bajarokê Begendikê ku raqima wê 2 hezar û 156 e û Zozanên Çemêkarêyê ya li quntarê çiyayê Herekolê ku raqima wê 2 hezar û 47 e, herwiha li gelek deverên din ên bilin ên wê deverê, hilberînerên hingiv beşeke mezin a roja xwe li ber kewaran derbas dikin.
Tevî şert û mercên dijwar ên zozanan hilberînerên hingiv amadekariyên xwe yên berhevkirinê qedandin. Tê çaverêkirin ku vê serdemê berhemeke baş ji hingivê ku bi tam û aromaya xwe, bi qalîteya xwe derdikeve ber çav, bistînin.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgehê Mustafa Şanverdi, ji nûçegihanê AAyê ra got ku bajar roj bi roj di warê hilberîna hingiv da pêş dikeve.
Bedri Açik, ku nêzîkî 15 salan e hilberînerê hingiv e, anî ziman ku li Zozanê Guheranê bi sedan cureyên nebatan hene û ev yek bi giringî beşdarî kalîteya hingiv dibe.
Bahattin Okur jî diyar kir ku ew 25 sal in bi mêşvaniyê re mijûl dibe û ew di hilberîna hingivê tescîldar da derstberdariya qalîteyê nakin.