Rıdvan Korkulutaş
29 Mijdar 2026•Rojanekirin: 29 Mijdar 2026
Li Bîngolê wesayîtek welgeriya şerampolê û jê yek giran, 2 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 33 LD 439 e li ser rêya Bîngol-Solhanê, li nêzîkî gundê Sariçîçekê ji rê derket û welgeriya şerampolê.
Li ser cawdayînê polês, cendirme û ekîbên UMKE, agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîbên UMKEyê û welatiyan wesayît rast kirin û birîndar jê derxistin.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.
Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa yekî giran e.