Orhan Alca
03 Îlon 2026•Rojanekirin: 03 Îlon 2026
Li Hîzana navçeya Bidlîsê wesayîtek ji dîwarê îstinatê derbasî aliyê din bû û welgeriya baxçeyekê, 8 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Leyla Înan û plaqeya wê 34 AHD 36 e li Taxa Gokçîmenê ji kontrola şofêr derket, ji dîwarê îstinatê derbasî aliyê din bû û welgeriya baxçeyekê.
Li ser cawdayînê ambulans û ekîbên polês, cendirme û agirkujê çûn cihê qezayê.
Di qezayê da şofêr Înan, Zehra Betul û Necla Înan, Muberra, Ebrar, Nurdan, Baver Mevlan û Husna Yilmaz ên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Ekîban 8 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîzanê.