Mehmet Burak Karacaoğlu,Ömer Koparan,Eşref Musa
12 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2021
YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriye ji gelek aliyan va êrîşî herêma ewle ya bi piştgiriya Tirkiyeyê ji hêla Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê va hatiye avakirin dike, soza Rûsyayê ya ku ewê rêxistinê kontrol bike jî neçû serî.
YPG/PKKya ku bi piştgiriya Amerîkayê ji sê paran pareke axa Sûriyeyê dagir kiriye bi çekên giran va êrîşî navçeyên Ezez, Mare, Bab, Cerablus, Efrîn, Til Ebyad û Resuleynê dike.
Terorîst di êrîşên xwe da roketavêjên Amerîkayê û Ûrisan, topên hewanê, moşekên TOWê, roketavêjên pirnamlu (ÇNRA), Katyuşa û moşekên Gradê bi kar tînin.
Di van êrîşan da navçeya Til Rifatê ya ku 18 kîlomêtro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye derdikeve pêş.
YPG/PKKyê di Sibata 2016an da bi piştgiriya Rûsyayê Til Rifat bi dest xistibû. Hêzên Tirkiyeyê bi Hereketa Mertalê Feratê û Hereketa Çiqlê Zeytûnê va li herêmê ewlehî pêk anîn. Lê rêxistin êrîşî hêzên Tirkan û şervanên mixalif dike.
Terorîst gelek caran êrîşî Ezez, Bab, Mare û Efrînê dikin.
Terorîst çekên giran ên li gundên Taane, Kasne, Îmhuş, Harbil, Şêx Îsa, Minnax, Eyn Dakne, Kefer Kaşir, Meranaz, Burc el Qas û Miyaseyê yên li ser Til Rifatê hatine bicihkirin bi kar tînin.
YPG/PKKyê li Til Rifatê qasî 250 hezar sivîl ji cih û warên wan qewirandibû ku wan xwe spartibûn herêmên nêzîkî sînorên Tirkiyeyê.
- Êrîşên ji Minbic û Eynel Erebê
Rêxistin piştî Til Rifatê herî zêde ji Kobanê (Eynel Ereb) ya ser sînor û herêma Minbica ku li ser Heleba qasî 30 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye êrîşan dike.
Terorîst ji gundên Zor Maxar, El Ferac, Şûyûq Fewxanî, Şûyûq Tahtanî û Til Abirê û der û dorê Çemê Sacûrê yê li Minbicê bi çekên giran va êrîşî ser herêma bi ewle ya Cerablûs û der û dora wê dikin.
Êrîşên li ser Til Ebyad û Resuleynê
YPG/PKK ji bo ewlehiya Til Ebyad û Resuleyna navçeyê ku li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ne û di nav qada herêma Hereketa Kaniya Aştiyê da cî digirin jî talûke ye.
Terorîst ji gundên Kûz Elî, Til Dakil, Um Huweyîş, Freyan, Alyan, Batlî, Um Tenke ya ser bajaroka Eyn Îsayê ne êrîşî navçeya Til Ebyadê dikin.
Rêxistin ji ser gundên Til Emir, Derdara û Ebû Raseyn êrîşî gundewarê Resuleynê dikin.
YPG/PKK tevlî wesayîtên bombebarkirî va ku dişîne ser taxên sivîl lê ne car caran jî hewl dide ku têkeve eniyên şer ên SMOyê û li wê derê şer derxe.
- Terorîst dixwazin sivîlên li herêmên bi ewle ne bitirsînin
YPG/PKK bi taybetî jî êrîşên xwe li cihên wek nexweşxane, dibistan û deverên qelebalix in li dar dixe. Ji sal 2016an vir va bûye sedema kuştina bi sedan sivîlî.
Rêxistin û terorîstên wê dixwazin bi vî awayî sivîlên li herêmên bi ewle ne, bitirsînin û nehêlin ku ew vegerin ser mal û milkên xwe.
Rêxistinê ji xaka dagir kiriye, wesayîtên bombebarkirî şandin herêmên ewle yên li bakur û her wiha gelek carî êrîş birin ser mensûbên TSKyê yên li qadê ewlekariyê pêk tînin, hêzên ewlekariya Tirk ên ku xizmeta şêwirmendiyê didin û her wiha unsûrên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê.
Terorîstan herî dawî duh ji gundê Cub el Feracê yê Eynul Erebê êrîşî navçeya Qarqamişa Entabê kiribû.
Rûsyayê di Cotmeha 2019an da soza wê yekê dabû Tirkiyeyê ku ew ê rêxistina terorê ji Til Rifet û Minbicê derxe û her wiha wan 30 kîlometreyan ji sînor dûr bixe.
Lêbelê Rûsyayê soza xwe neanî cih.
Di roja 8emîn a Herekata Kaniya Aştiyê da Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence di ziyareta xwe ya Tirkiyeyê da soz dabû Tirkiyeyê ku ew ê rêxistinê 32 kîlometreyan bişiqitînin û ji sînorê Tirkiyeyê dûr bixin. Lêbelê hêzên Ûris ketibûn ciyên ku artêşa Amerîkayê vala kir û lewma jî rêkeftina navborî nehatibû cîbicîkirin. Li herêmê hebûna eskerî ya Rûsan belav bûbû.