Mohammed Sameai, Ömer Erdem
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin ku li Yêmenê dijî kozikên Hûsiyan yên li wilayetên Marib û El-Cewfê ku li bakur û navîna welêt dikevin, êrîşên asîmanî hatine kirin.
Gorî nûçeya televizyona dewletê ya Yêmenê dijî "kozikên milîsên terorîst yên Hûsiyan yên li Marib û El-Cewfê êrîşên asîmanî hatine kirin."
Di nûçeyê da derbarê aliyê ku êrîş pêk aniye da agahî nehat dayîn.
Heta niha ji Hûsiyan tu daxuyanî li ser vê mijarê nehatiye dayîn.