Nihat Kavşut
12 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2019
Konseya Demkî ya Eskerî ya Sûdanê ragihand li welêt hewleke derbeyê ya nû hat astengkirin û serkêşê hewla derbeyê hat girtin.
Orgeneral Cemal Omerê Serokê Komîteya Parastin û Ewlehiyê ya Konseya Eskerî di daxuyaniya xwe ya di têlevîzyona dewletê ya Sûdanê da destnîşan kir hewleke derbeyê ya nû ku eskerên teqawidbûyî û yên li ser kar yên teşkîlata hêzên çekdar û îstixbaratê di nav da bûn hat astengkirin û fermandarê hewla derbeyê û 7 jê li ser kar 12 serbaz û 4 serserbaz hatin binçavkirin.
Omer diyar kir bi hewla derbeyê dixwestin zirarê bidin peymana tê xwestin bi Hêzên Guherîn û Azadiyê ya mixalefetê ra bê çêkirin.
Şemseddîn Qebbaşiyê Berdevkê Konseya Demkî ya Eskerî ya Sûdanê ragihandibû ku di meha Hezîranê da jî hewleke derbeyê ya esker û siyasetmedar di nav da ne çêbûbû.