Serokomar Erdogan: "Me perwerdeya bilind ya baş gihandiye çar aliyê Anadoluyê"
Alper Şaşmaz
06 Cotmeh 2026•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2026
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Me perwerdeya bilind ya baş gihandiye çar aliyê Anadoluyê. Ji bo ewladên vî welatî li bajarên xwe perwerdeyê hildin me derfet seferber kirine."
Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê di Merasima Vekirina Sala Akademîk ya 2026-2027an da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku perwerdeya bilind ya baş gihandine çar aliyê Anadoluyê û got ku ji bo ewladên vî welatî li bajarên xwe perwerdeyê hildin me derfet seferber kirine.
Erdogan diyar kir ku di "Projeya Dibistanên Bilind yên Pîşeyî ya Herêma Sanayiya Organîze" da ku di 2018an da dest pê kir, heta ji sedî 90î îstixdam çêbûye û encama wê bi xêr û bereket bûye.
Serokomar Erdogan destnîşan kir qîmetê didin ku jin di akademiyê da bên ciyê heq dikin û got, "Rêjeya akademisyenên jin gihîştiye ji sedî 47,17yan û ev yeka me kêfxweş dike."