Fatih Gazioğlu
11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
Li nêzî Cîdeya bajarê Erebistana Siûdî li ser Behra Sor di keştiyeke Îranê ya petrolê da teqîn çêbû.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa fermî ya Îranê, teqin li Behra Sor li keştiyeke Îranê ya petrolê da çêbû.
Li gor agahiyan piştî teqînê petrol belavî behrê bû.
Du moşek li tankêra Îranê ya li peravên Cideya Erebistana Siûdî ketin
Hat ragihandin du moşek li tankêra li peravên Cideya bajarê Erebistana Siûdî ketine ku tê da teqîn çêbûbû.
Li peravên Cideya bajarê Erebistana Siûdî li Behra Sor di tankêreke neftê ya Îranê da teqîn çêbû.
Li gor nûçeya IRNAya ajansa nûçeyan ya fermî ya Îranê hat destnîşankirin li peravên Cideyê li Behra Sor di tankêreke neftê ya Îranê da teqîn çêbû.
Hat diyarkirin piştî teqînê ji tankêrê neft dirije behrê.
- 2 moşek li tankêrê ketine
Hat ragihandin du moşek li tankêra li peravên Cideya bajarê Erebistana Siûdî ketine ku tê da teqîn çêbûbû.
Teqînên di tankêra Îranê da
Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê ragihand teqînên di tankêra neftê ya li peravên Cideya bajarê Erebistana Siûdî da dibe ku ji ber êrîşên moşekê bin.
Şirketa Neftê ya Neteweyî ya Îranê di daxuyaniya xwe ya ku di medyaya dewletê da derket destnîşan kir li peravên Cideyê li Behra Sor di tankêreke neftê ya Îranê da teqîn çêbûn û dibe ku ev teqîn ji ber êrîşa du moşekan be.
Hat diyarkirin du depoyên sereke yên tankêrê xisareke mezin dîtine û kes birîndar nebûye.
Di tankêra bi navê "Sabity"ê da ku 60 mîl dûrî Bendergeha Cideyê bû bi saeta Îranê di navbera 05.00 û 05.20an da 2 teqînên cuda çêbûbûn.