11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2019
Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê der barê Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê da daxuyanî da û gotin ew endîşeya wan fêm dikin lê ew vê herekatê tesdîq nakin.
Ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê rayederek daxuyanî da nûçegihanan û geşedanên li bakurê Sûriyeyê û Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê nirxand.
Rayedarê wezaretê got ku endîşeyên Tirkiyeyê yên ji bo ewlehiyê û terorê fêm dikin lê ew dîsa jî vê herekatê tesdîq nakin û wiha dewam kir:
"Em li wir dijî DEAŞa rêxistina terorê şer dikin. Li wir hewcedariya me bi şirîkan ra heye. Ji van yek jî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDG) ne. PKKya rêxistina terorê êrîşên mezin li Tirkiyeyê kiribûn ew jî ji ber vê aciz in. Endîşeyên Tirkiyeyê cî da ne. Encax ev hereket zirarê dide endamên SDGê. Gelek Sûriyeyên li wê herêmê dijî DEAŞê şer dikin endamên SDGê ne. Herekata Tirkiyeyê îstiqrariya li herêmê xirab dike. Ji ber vê em herekata Tirkiyeyê biteqez tesdîq nakin."
Ji hêla din va rayedar destnîşan kir ku Tirkiye endamê NATOyê ye û operasyona wê wekî mudaxaleya eskerî nayê hesibandin.
Gotinên Serokê Amerîkayê Donald Trump bi bîr xist û ragihand ku heke Tirkiye ji xeta hatiye kifşkirin derkeve û bibe sedema mirina sivîlan yan jî mafên mirovan binpê bike wê demê wê rastî mueyîdeyên giran bê.
- Endamên DEAŞê yên li herêmê girtî ne
Rayedar destnîşan kir ku YPG/PKK hê jî wan girtîgehên tê da milîtanên DEAŞê hene kontrol dike û ji ber herekata eskerî ya Tirkiyeyê ewder di talûkeyê da ne û wiha domand: "Ev yek ji bo Serok Trump jî sedema fikarê ye. Me vê fikara xwe ji Tirkan ra jî got. Wan jî gotin ku heke ew qadên girtîgeh lê hene dema bikeve destê wan ewê berpirsyariya girtiyan hildin ser xwe û ji asta jor bo vê teahud dan."
Di qada Tirkiye wê hilde bin kontrola xwe da çend girtîgehên ku endamên DEAŞê lê girtî ne hene û rayedar vê yekê jî anî ziman û got ku bi tevahî qasî 10 hezar endamên DEAŞê girtî ne û ji sedî 15ên wan jî di van girtîgehan da ne.
- Ji Amerîkayê xebata bo navbeynkariyê
Rayedarê wezaretê destnîşan kir ku Amerîka ji bo dawî li operasyona Tirkiyeyê bê û gefên ji alî YPG/PKKê yên hemberî Tirkiyeyê jî ji holê rabibe hewl dide û got ku Serok Trump ji bo di navbera YPG û Tirkiyeyê da agirbest pêk bê hewl dide û li rêyên çareseriyê digere.