Muhammed Emin Canik, Heman Hussein Yaseen
24 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2026
Hat ragihandin ku li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) piştî êrîşa bi droneyan pergalên parastina asîmanî ketine dewrê û dengê teqînan hatine bihîstin.
Li gorî nuçeyên medyaya Iraê ji ber êrîşên bi doroneyan li derdora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê dengê teqînan hatiye bihîstin.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê pergalên parastina asîmanî ketine dewrê û gelek drone hatine berterefkirin.
Hate destnîşankirin ku ti îsabetek li Balafirgeha Hewlêrê çênebûye û firîn berdewam in.
Rayedarên herêmî gotin ku pergalên parastina hevpeymaniyê li dora Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê hejmarek drone xistine xwarê.
Droneyên ku hatine xistin li navçeya Sêbîranî ya Hewlêrê bûye sedema şewatê.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê da ti kes nemiriye û komên alîgirên Îranê yên li Iraqê êrîş girtine sitûyê xwe.