Ali Makram Ghareeb
21 Îlon 2026•Rojanekirin: 21 Îlon 2026
Li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) biryar hat dayîn ku Pêşmergeyên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û pêşmergeyên girêdayî Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) di binê banekê da bibin yek.
Li Hewlêrê der barê mijarê da çalakiyek hat lidarxistin û ji hikûmeta navendî ya li Bexdayê jî nûner beşdar bûn.
Serokwezîrê HKIyê Mesrûr Barzanî li vê derê axivî û diyar kir, ew di pêvajoya reformê ya sazûmankirina hêzên Pêşmerge û di binê banekê da yekbûna Pêşmergeyan da gihîştin qonaxa dawî û hemû yekîne êdî bi binê banê Wezareta Pêşmergeyan da bûn yek.
Barzanî daxuyand, ji bo îstiqrara welêt kordînasyona navbera Pêşmerge û artêşa federal a Iraqê didome.