Ethem Emre Özcan
28 Hezîran 2026•Rojanekirin: 28 Hezîran 2026
Artêşa Îsraîlê digel peymana çarçoveyê ya bi Libnanê ra hat îmzekirin û her wiha digel agirbest û rêkeftina Amerîka-Îranê, êrîşên asîmanî birin ser parêzgeha Nebatiyeyê ya li başûrê Libnanê.
Îsraîlê digel agirbesta li herêmê û rêkeftina Amerîka-Îranê ya hat diyarkirin ku Libnan jî lê hat zêdekirin, êrîşên xwe didomîne.
Li gorî NNAya ajansa fermî ya Libnanê, droneke Îsraîlê bajaroka Nebatiyeya Jor ya girêdayî parêzgeha Nebatiyeyê kir armanc.
Balafirên şer ên Îsraîlê jî êrîşên asîmanî birin ser dewrûbera bajaroka Dêr Siryanê.
Ji aliyekî din va hêzên Îsraîlê bi topxaneyên ku muhîmata zeqan vedihewîne, êrîş birin ser gundewarên bajarokên Şeba û Şûyayê yên navçeya Hasbayayê.
Artêşa Îsraîlê ji xeynî van li bajaroka Hiyamê ya li başûr di bin dagiriyê da dihêle, teqîn pêk anîn û hin mal agirdadayî kirin.