Ekrem Biçeroğlu
29 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2026
Artêşa Urdinê ragihand ku 5 moşekên ku Îranê avêtin, ji aliyê pergalên parastina asîmanî va hatin xistin.
Li gorî nûçeya PETRAya ajansa nûçeyan a fermî ya Urdinê, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Urdinê destnîşan kir ku pergalên parastina asîmanî, di çarçoveya çalakiyên çavdêrî û şopandina xwe da, 5 moşekên ku di serê sibê da ji Îranê ber bi axa welêt va hatibûn avêtin, tespît kirin û îmhe kirin.
Berdevk tekez kir ku Hêzên Çekdar ên Urdinê di mîsyona xwe ya parastina qada asîmanî ya welêt, parastina ewlehî û serweriya wê da berdewam in û diyar kir wê îzna tu hewldaneke ku ji bo ewlehiya welêt û jiyana welatiyên wê, tehdîd e, neyê dayîn.