Nihat Kavşut
25 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş: "Hin kes bixwazin jî nexwazin jî Tirkiye cardin wê mihtacî IMFyê nebe. Tirkiyeyê deftera IMFyê girtiye û daye alî."
Kurtulmuş bi nûnerên Enqereyê yên ajans, rojname û televizyonan ra di taştê da hat bal hev ku bi destê Komeleya Weşangeran ya Anadoluyê hat amadekirin.
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê Kurtulmuş destnîşan kir Tirkiye ji bona bi temamî serbixwe bibe li ser îstiqameta xwe ye û got ku li hember hemû gefxwarinan jî disekine.
Kurtulmuş der barê nîqaşên li ser IMFyê tên kirin da wiha got: "Hin kes bixwazin jî nexwazin jî Tirkiye cardin wê mihtacî IMFyê nebe. Tirkiyeyê deftera IMFyê girtiye û daye alî."