Abdullah Tel
24 Îlon 2020•Rojanekirin: 25 Îlon 2020
Mihrîcana Feza û Teknolojiyê "TEKNOFEST 2020" ya ku bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) va hat organîzekirin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî "Şirîkê Ragihandinê yê Global" e li Gazîentabê dest pê kir.
Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank di merasima li pêşiya Kelha Gazîentabê hat kirin da diyar kir ku ev mihrîcan wek nîşaneya teknolojiya neteweyî ye û ji bo vê jî Weqfa T3ê di serî da ji hemû şirîk û kedkaran ra spas kir.
Serokê Heyeta Şandeya Mutewelî ya Weqfa T3yan û Serokê Lijneya Rêveberiya TEKNOFESTê Selçûk Bayraktar jî diyar kir ew ji ber ku TEKNOFEST li Gazîentaba bajarekî Anadoluyê ye hat kirin gelekî kêfxweş in.
Mihrîcana Feza û Teknolojiyê "TEKNOFEST 2020" ya ku bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) va hat organîzekirin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî "Şirîkê Ragihandinê yê Global" e li Gazîentabê dest pê kir.TEKNOFESTê heta 27ê îlonê dewam bike. ( Raşid Necati Aslım - Anadolu Agency )
Waliyê Gazîentabê Davut Gul jî got ku ji ber ku TEKNOFEST li bajarê wan hatiye kirin pir ew kêfxweş in û ragihand ku ev mihrîcan wê di her qadî da bi kêrî bajêr bê.
Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê Fatma Şahînê jî bi bîr xist ku cara ewil e li Gazîentaba bajarê qedîm mihrîcana TEKNOFESTê tê kirin û ew ji ber vê mazuvaniyê serbilind in.
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya AAyê Şaban Kizildag û Dîrektorê Ragihandina Saziyî û Bazargeriya AAyê Yilmaz Yaman jî beşdarî merasimê bûn.
TEKNOFESTê heta 27ê îlonê dewam bike.
Wezîr Varank: TEKNOFEST çalakiyeke wisa ye ku dikare civakê biguherîne
Mustafa Varankê Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê di merasima vekirina TEKNOFEST 2020î da li Gazîentabê axivî û got, "Eleqeya nîşanî TEKNOFESTê didin her sal zêde dibe. Di sala ewil a festivalê da 4 hezar û 333 taxim ketibûn pêşbaziyê, di sala duduyan da hejmara taximan bû 17 hezar û 773. Îsal jî ji 100 hezarî zêdetir pêşbazî serî li TEKNOFESTê xist, ya rastî ev hejmaree zehf zêde ye."
Wezîr varank axaftina xwe wiha domand:
"TEKNOFEST çalakiyeke wisa ye ku dikare civakê biguherîne. Em ê encama tovên niha tên avêtin di demên navîn û dirêj da bi hev ra bibînin. Îro kesên li vê derê roketan radikin, pêşbaziya ÎHAyan dikin, amûrên vejenê îcad dikin ew ê sibê li vî welatî bibin mîmarên fuzeyên modern, teyareyan û bajarên hişmend.
Em bi saya vê çalakiyê potensiyela ciwanan keşf dikin, dikarin bibin hevalrêyê xeyalên wan. Em ê teşwîqê bidomînin ku bi dehan hezarî ciwanên me teknolojiyê pêş bixin, di taximên Ar-Geyê da cî bigrin, şirketan ava bikin û berî xwe bidin bazarên dinyayê."
- "Me bi navbeynkariya TUBÎTAKê di 2 salan da 313 milyon lire burs û piştgirî da"
Wezîr Varank wiha pê da çû: "Em hemû polîtîkayên wezareta xwe bi vizyona Hemleya Teknolojiya Neteweyî va hasil dikin û pêk tînin. Em ji bo pêşeroja teknolojiya krîtîk pêş bixin, di qadên teknolojiya teze da berhemên reqabetê çêbikin dixebitin. Bi tenê wisa dikarin serxwebûna xwe ya aboriyê û teknolojiyê bi dest bixin."
Mustafa Varank wiha got: "Me bi navbeynkariya TUBÎTAKê di 2 salan da 313 milyon lire burs û piştgirî da ji 16 hezarî zêdetir ciwanên xwe. Me projeyên wekî Bernameya Doxtoraya Pîşesaziyê û Bernameya Lêkolînerên Lîder çêkirin. Di 2 salên dawîn da 15 milyon welatiyên me ji weşanên zanista populer a TUBÎTAKê îstifade kirin. Em ê ji vê şûn da jî rêya xwe bimeşin."