Mehmet Tosun
12 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji hakem Halîl Umut Melerê ku di pêşbirka MKE Ankaragucu-Çaykur Rîzesporê da rastî êrîşê hat ra têlefon vekir û jê ra got ku derbasî be.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, Erdogan bi hakem Meler ra bi têlefonê axivî û jê ra got ku ew ji ber bûyerê xemgîn bû, wî telîmat da wezîran ku demildest ya hewce bikin.
Serokomar Erdogan hem ji hakem Meler hem jî ji doxtorên wî pirsa rewşa tenduristiya wî kir.