Haydar Şahin
29 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2020
Li Erdîşa navçeya Wanê 210 koçberên bêdestûr ên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûne hatin girtin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr da hat diyarkirin ku wezîfedarên Şaxa Deriyên Hidûd û Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan li dijî koçber û qaçaxçiyan xebat dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da li Erdîşê li ser şikê TIRa E.K. diajot dan sekinandin û lê geriyan.
Di lêgerînê da 18ê wan zarok, 11ê wan jin 170 welatiyên Efxanistanê, 26 welatiyên Pakistanê, 9 welatiyên Iraqê, 4 welatiyên Bangladeşê û welatiyekî Ozbekistanê yên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûne hatin tesbîtkirin.
Ajokarê TIRê hat binçavkirin, piştî karûbarên fermî ew ê koçberên bêdestûr teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr bikin.