Şafak Sağ
21 Gulan 2023•Rojanekirin: 22 Gulan 2023
ŞANLIURFA (AA) - Li Ceylanpinara navçeya Şanliufayê piştî baranê avê da binê hin malan û di kolanan da lehî rabû.
Barana ku li navenda navçeyê zêde barî, bişev gurtir kir. Ji ber barana gur lehî rabû û avê da binê hin malan.
Ekîbên Şaredariya Ceylanpinarê ji bo texliyekirina ava ku ket malan, xebat da destpêkirin.
Şaredar Feyyaz Soylu li taxa Yenîşehirê ku lehî lê rabû, geriya û der barê xebatan da agahî hilda.