Günay Nuh,Anıl Aydın,Hilmi Tunahan Karakaya,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik
12 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2026
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Tunceliyê tê payîn ku berf bibare û hewa sar e.
Li Erziroma ku germahiya wê bi şev di binê sifirê da 2 pile hat pîvan, li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
Li bajarê ku welatiyan wesayîtên xwe yên parqkirî bi betaniyan pêçan ku ji sermayê biparêzin, li ser banên xanî û kargehan qeşa çêbû.
- Erdexan
Li Erdexanê germahiya herî kêm a bi şev di binê sifirê da 7 pile hat pîvan.
Ji ber sermayê rûyê çeman qeşa girt.
Li bajêr îro berf tê payîn, li deverên bilind berfê dest pê kir.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî hewa sar e û berfê dest pê kir.
Kuçe û kolan bi berfê nixumîn, ekîb berfê paqij dikin.
Hin welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kir.
Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da pileyek hat pîvan.
- Qers
Li Qersê jî termomêtroyan germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da 5 pile nîşan da.
Ji ber sermayê bi banê xaniyan va şembelûk çêbûn.
Ekîbên şaredariyê berf û qeşayê paqij dikin.
Li Sariqamîşê jî ekîbên şaredariyê berfa li ser kolanan bi kamyonan birin dervayî navçeyê.