Haydar Şahin
16 Gulan 2019•Rojanekirin: 17 Gulan 2019
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ewê bi qasî 2 û 4 pileyan ji ya demsalê zêdetir bibe.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be.
Germahiya hewayê ewê bi qasî 2 û 4 pileyan ji ya demsalê zêdetir bibe, bayê ji aliyên başûr û başûrê rojava ra rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Qersê 2, li Erdexanê 3, li Erzirom û Agiriyê 6, li Erzincanê 7, li Tunceliyê 10, li Îdirê 11 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Îdirê 32, li Erzincanê 30, li Tunceliyê 29, li Agiriyê 26, li Qersê 25, li Erzirom û Erdexanê 24 pile be.