Burak Akay
29 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2022
Li peravên Ayvacika navçeya Çanakkaleyê 24 koçberên bêpergal hatin rizgarkirin.
Li gorî nûçeya li ser malpera înternetê ya Fermandariya Ewlekariya Peravan a Marmaraya Rojava, piştî sitendina agahiya ku li peravên Ayvacikê belemeke lastîkî ku koçberên bê pergal tê de bûn,
Ekîbeke peravê yên ku ji cihê bûyerê re hat sewqkirin 24 koçberên bêpergal ên dinava belema lastîkî de rizgar kirin.
Ekîban koçber derxistin keviyê û piştî karêbarên wan ew sewqî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Wîlayetê kirin.