Serhat Çetinkaya
02 Gulan 2024•Rojanekirin: 02 Gulan 2024
Li Karapinara navçeya Konyayê, mîdîbus û panelvan li hev qelibîn û di encamê da 24 kes birîndar bûn.
Mîdîbusa ku O.U. diajot û panelvana ku M.H.O. diajot li xaçerêya Emîrgaziyê ya li ser rêbejaya Konya-Edeneyê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên cendirme û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Di qezayê da li gorî encamên destpêkê 24 kes birîndar bûn. Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Karapinarê hatin veguhestin.