Muhammed Gencebay Gür
16 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2024
Li hin navçeyên Stenbolê serê sibê mij çêbû.
Li Beykoz, Çekmekoy, Sancaktepe, Sultanbeylî, Kagithane, Uskudar, Umraniye, Beşîktaş, Sariyer û qismekî Kagithaneyê mij ket erdê.
Mij li ser Otorêya TEMê ya li Kavacikê, texma Kagithaneyê û ser Pireya Fatîh Sultan Mehmetê zêde çêbû û şofêran wesayîtên xwe hêdî ajotin.
Ji aliyê din va li gor sepana Trafîkê ya ÎBByê qerebalixiya trafîkê ya tevahiya bajêr di saet 07.50yî da ji sedî 56 hat pîvan.