25 Mijdar 2020•Rojanekirin: 25 Mijdar 2020
Hêzên ewlekariyê tesbît kirin ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Herêma Kaniya Aştiyê ya li bakurê Sûriyeyê amadehiya êrîşê dikin û tunelan vedidin, hêzên ewlekariyê pêşiyê top avêtin paşê jî operasyon birin ser herêmê û 17 terorîst hatin berterefkirin.
Artêşa Tirkiyeyê hûrgiliyên operasyona pê 17 terorîst berteref kirin eşkere kir.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, piştî operasyona Artêşa Tirkiyeyê bir ser herêma Kaniya Aştiyê gel bi hizûr û aştiyê jiyana xwe didomîne. Hewlên êrîşê yên YPG/PKKya rêxistina terorê bi destê hêzên ewlekariyê tên sekinandin.
Artêşa Tirkiyeyê bi teyareyên bêmirov va tesbît kirin ku rêxistina terorê di amadehiya êrîşê da ye, terorîst tunêlan vedidin û tehqîmatê dikin.
Li ser vê bi topên bosê êrîşî herêma terorîstan kirin. Piştî topan operasyon birin ser herêmê û 14 terorîst hatin berterefkirin.
Paşê qomandyan li herêmê lêgerîn û teqîbat kirin bi 3 terorîstên xwe veşartibûn ra ketin pevçûnê û hersê terorîst hatin berterefkirin.